Kurdistan
Ji Rûsyayê daxuyaniya pistgiriya Serokatî û Hikûmeta Kurdistanê
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov da xuyakirin, ew wekî Rûsya ji bo aramî û îstiqrara herêmê piştgiriyê didin hilbijartin û diyarkirina Serokê Herêma Kurdistanê û erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo hikûmetê.
Ryabkov hêvî kir ku rêvberiya nû ya Herêma Kurdistanê bi rêya danûstanê pirsgirêkên herêmî çareser bike.
Ryabkov diyar kir ku ew dixwazin welatên herêmê rêzê li hev bigirin û wiha axivî: “Divê serweriya welat li ber çavan bigirin û jê re rêzdar bin. Pêwîste herêm ji hêla siyasî ve bingeha xwe zexm bike û seqamger be. Dê Rûsya jî hevkariyê bike û piştgiriyê bide.”