TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama 28 saliyê: Lalesê xizmeteke berçav pêskesî kultura Kurdistanê kiriye

Admin H
Nivîskar
📅 11 gulan 2021 19:50

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Gulanê, 28emîn salvegera damezirandina bingeha Laleşê li Kurdên Êzidî pîroz kir.

Serok Barzanî bi helkefta 28 saliya damezirandina bingeha Laliş peyamek belav kir û tê de got, “Bi helkefta bîst û heşt saliya damezirandina bingeha Laliş ez pîrozbahiyên xwe arasteyî heweyên birêz û endam û kadirên bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên êzîdî dikim. Bingeha Laliş di salên borî de ligel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadir û rewşenbîrên civaka êzîdî berdewam pêş ketiye û xizmeteke berçav pêşkêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.”

Serok Barzanî di berdewamê de destnîşan kir, “Ez piştevaniyê li bizav û mandîbûna bingehî dikem û hêviya berdewamiyê û pêşkeftinê bo hewe û hêviya aramî û xoşiyê bo hemû xûşk û birayên êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.”

Parve bike: