TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama Mesrûr Barzanî bo serokwezîrtiyê...

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2019 18:20

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştevaniya xwe ji bo serokwezîrtiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî re ragihand.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û tê de kêfxweşiya xwe bo namzedkirina Mesrûr Barzanî wek serokê hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve nîşan da û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serok Barzanî wiha got: ‘’Ez piştevaniya Mesrûr Barzanî dikim bo gihandina herêma Kurdistanê ji pêşketinên zêdetir û pêşerojeke geştir re.’’

Parve bike: