Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê bo Pêşmergeyê dêrîn
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Hezîranê peyameke sersaxiyê bo malbata Pêşmerge û xebatkarê dêrîn Lîwa Tehsîn Kemekî ku koça dawî kiriye parve kir.
Serok Barzanî di peyamê de bal kişand ser xebat û qehremaniya wî û daxwaz ji Xudayê mezin kir ku canê Xudêjêrazî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi xem û kovaneka zor me xebera wexera dawiyê ya Pêşmerge û xebatkarê dêrîn Lîwa Tehsîn Kemekî bihîst.
Bi vê helkeftinê, ez sersaxiyê ji malbata Xudêjêrazî Lîwa Tehsîn Kemekî û hemî dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevpişkê xema wan im.
Xudayê mezin canê wî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
21ê Hezîrana 2026ê