TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serokwezîr Barzanî peyama vîdyoyî bo hemwelatiyên Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2020 22:40

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke vîdyoyî belav kir, ku tê de ji hemwelatiyan dixwaze metirsiya nexweşîna vîrusa korona cidî bigirin û pabendî rênimayên tenduristî bin.

Mesrûr Barzanî dibêje, hikûmetê hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina canê welatiyan kiriye ku piştevaniya welatiyan hevkar dibe, ji bo rêgirtina derdê  petaya koronayê.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê herî dawî ragihandiye ku 76 kesên tûşbûyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê hatine tesbîtkirin û heta niha yek ji wan jî wefat kiriye.

Parve bike: