Kurdistan
Ji Sûriyê sîlih hatin berdan lê li Qarqamîsê 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku du gule ji aliyê Cerablûsa Sûriyê de hatin li Qarqamîşa Kurdistana bakûr li zarokek û mirovekî ketin. Di encamê de her du kes giran birîndar bûn.
Guleyên ku ji aliyê Cerablûsê de hatin, li Qarqamîşê (Karkamış) li Şêx Mihemed Ozpaolatê ku 55 saliye ket k udi dukkana xw ede rûniştibû. Guleya dinê li keçeka bi navê Dîlek Ozberk ket ku 7 saliye û li kuçê ji xwe re dileyîst.
Ambûlans yekser hatin ciyê bûyerê. Ewilî birîndaran birin nexweşxaneya bajarê Nîzîbê û piştî tedawiya ewilî wan şandin nexweşxaneya bajarê Entabê ya Lêkolînê ya bi navê Şahînbeg. Hat ragihandin ku halê birîndaran baş nîne.