TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Wezareta Elektrîkê ya Kurdistanê daxuyaniya Kormorê

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2026 16:32

PeyamaKurd - Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber pirsgirêkêr ewlehiyê li kelgeha Kormorê, berhemanîna elektrîka nîştimanî 2500 megawat kêm bûye. Kompaniya Dana Gasê jî ragihand ku wan xebatên hilberînê li Kormorê rawestandiye.

Wezareta Elektirîkê îro 16ê Tîrmehê eşkere kir, li kêlgeha gaza sirûştî ya Kormorê pirsgirêkeke ewlehiyê derketiye. Ev pirsgirêk bûye sedem ku hinardekirina gazê bo santralên berhemanîna elektrîkê raweste yan jî bi rêjeyeke mezin kêm bibe.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji ber rawestandinê yan kêmkirina gaza ku ji Kormorê tê, berhemanîna elektrîka nîştimanî ya li Herêma Kurdistanê bi qasî 2500 megawat kêm bûye. Ev yek dê bibe sedema kêmkirina saetên dayîna elektrîkê bo welatiyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê.

Wezareta Elektirîkê di berdewamiya daxuyaniya xwe de welatî û aboneyên elektrîkê agahdar kirin ku ev rewş demkî ye û hemû aliyên pêwendîdar li ser xetê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û asayîkirina hinardekirina gazê bo santralên elektrîkê.

Kompanyaya Dana Gas a li Kormorê ragihandibû ku ji ber metirsiyên ewlehiyê û alozbûna rewşa navçeyê, wan biryar daye ku hemû xebatên xwe yên berhemanîna li kelgehê bi demkî rawestînin.

Parve bike: