Wezareta elektrîkê ya Iraqê ji Kurdistanê 1.400 megavat elektrîkê dikire
PeyamaKurd – Wezareta elektrîkê ya Iraqê ragihand ku bi sedema bibe destek, ji bo pêdiviya elektrîkê ya Iraqê ji welatên derve elektrîkê dikire. Elektrîka ku ji derve dikire têr nake û ji herêma Kurdistanê jî 1.400 megavat elektrîkê dikire.
Wezareta elektrîkê ragihand ku ji aliyê elektrîkê de pêdiviya Iraqê bi kirîna elektrîkê ya ji derve heye.
Pispor radigihînin ku ji aliyê avê de Iraq yek ji wan welatên herî dewlemend e. Dîcle û Firat di nav Iraqê de derbas dibin û li Basrayê dibin yek û navê Şettul Ereb distîne.
Dîcle, piştî ji Bakûrê Kurdistanê derbas dibe, dikeve nava axa Ereb, di nava Mûsilê de derbas dibe û diçe nava Bexdayê de derbas dibe. Firat jî piştî di Binxetê de derbas dibe, diçe nav axa Ereb û derbasî Iraqê dibe. Tenê di nava Herêma Kurdistanê de 7 şaxên Dîcle hene ku diçin nav axa Ereb lê Ereb bê av in.