TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyeke nû bo Silêmaniyê: 3 tûsbûyên ciwan...

Admin H
Nivîskar
📅 06 nîsan 2020 02:10

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 5ê Nîsanê 3 haletên nû yên tûşbûna Covid-19 li Silêmanîyê hatine tomarkirin.

Di daxuyaniyê de li ser encamên pişkînên vîrusa korona yên dawî hat gotin, "Li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, sê haletên nû yên tûşbûna Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Silêmanîyê hatin destnîşan kirin, ku  her sê jin in û temenên wan 20, 24 û 28 salî ne û berketîyên tûşbûyên berê ne yên qeza ya Çemçemalê."

Bi van hejmarên dawî re hejmara tûşbûyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 236 kesan.

Parve bike: