TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jineke Mesîhî bû Seroka Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2021 17:55

PeyamaKurd - Serokê Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê hat guhertin û li şûna wî jineke mesîhî bû seroka Desteya Mafên Mirovan.

Parlementoya Kurdistanê îro 18ê Gulanê ji bo serokatiya Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê hilbijartin kir û di civîna parlementoyê de, namzeda mesîhî ya bi navê Muna Yuhena bi 71 dengan li şûna Ziya Pitros bû seroka nû ya desteyê.

Muna Yuhena 51 salî ye û doktora wê di warê hiqûq û qanûnê de heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî sîstema parvekirina desthilatê ya Herêma Kurdistanê, serokatiya desteya mafên mirovan pişka welatiyên mesîhî yên Kurdistanê ye.

Parve bike: