TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kabîneya Kurdistanê bo cara yekem bi rêya online civînek encam da

📅 02 nîsan 2020 15:22

PeyamaKurd - Ji  bo cara yekem, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, civîna Encûmena Wezîran, bi rêya online pêk anî û di civînê de behsa dawîn pêşhatên aborî û tendirustî li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo cara yekem bi rêya online civîna encûmena wezîran encam da.

— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) April 1, 2020

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Min îro serpereştiya yekem kombûna bi online kir” û tekez kir, “Virûsa koronayê (Covid-19) nikare me rawestîne ji bo kombûn û biryarên pêwîst bo derbasbûna ji vê rewşa zehmet.”

Parve bike: