Kurdistan
Karantînaya li du gundên Mêrdînê û Qersê hat rakirin
PeyamaKurd- Krantînaya gundekî ser bi bajarê Qersê ve û taxeke bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê hate rakirin.
Taxa Endewilê ya bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê, di 8ê Nîsanê de ji ber belavbûna koronayê ketibû karantînê û îro ew karantîne hate rakirin.
Gundê Turkmeşenê yê serbi bajarokê Dîgora Qersê ve jî, di 25ê Nîsanê de hatibû karantînkirin. Walîtiya Qersê bi daxuyaniyekê ragihand ku karantinaya li ser wî gundî hatiye rakirin.
Li gorî daneyên dawîni Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 2600 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 104 hezar û 912 kes jî bi koronayê ketine.