TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karkerê înşaatê bi balte 3 kesan birîndar kir

Admin M
Nivîskar
📅 08 hezîran 2026 21:11

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê karkerê înşaatê yê bi navê Ş.D. (36) tê gotin pirsgirêkên wî yên derûnî hene, bi balte (bivir) zavayê xwe û 2 kesên din xist û wan bi giranî birîndar kir.

Tê gotin ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene lê nehat zanîn bi çi sedemê bi zavayê xwe re bi Z.A. (45) û kesê pêre O.F. (74) munaqeşe kiriye. Li ser zêdekiirna munaqeşê Ş.D., bi balte li Z.A. û O.F. xist û wan birîndar kir. Li rawestgehê jî li H.N.xist û wî jî birîndar kir.

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê lê polîs êrîşker Ş.D. bi balte ve girtin.

Parve bike: