TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karmendên Mexmûrê vedigerine bajarê xwe!

Admin V
Nivîskar
📅 03 nîsan 2018 16:28

Qaymeqamê Mexmûrê û Artêşa Iraqê ji bo vegerîna karmendên Mexmûrê bi hev re hevdîtin pêk anîn û di encama hevdîtinan de levhatin çebû. Karmendên ku ev 6 meh bûn nikarîbûn werine bajêr, niha vegeriyane bajarê Mexmûrê. Ev geşedan piştî ku rêya Mexmûr û Hewlêrê vebû, çêbû.

Karmendên ku hatine Mexmûrê êdî dixwazin ku artêşa Iraqê ji cihên wan derkevin.

Wekî ku tê zanîn piştî 16ê Cotmetê Artêşa Iraqê bajarên wekî Kerkûk û Mexmûrê dagir kiribûn û avahiyên fermî hemî xistibûn bin qontrola xwe.

Parve bike: