Kurdistan
Keça xwendevan bi tivinga pompeyî çû dibistanê
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Tuşbayê xwendevanekî keç bi tivinga pompeyî çû dibistanê. Mamoste û weliyên xwendevanan tivingê ji keçikê sitendin û dema polîs çûn dibistanê teslîmî polîs kirin.
Hat gotin ku tiving valaye an ku tê de fişek nînin. Polîs xwendevana keçik bir qereqolê da îfadê wê bistînin. Keçik wer weha bi tivingê wêne jî kişandiye. Navê keçikê nehat ragihandin.