TR KU SO
FB X
Kurdistan

Keçika ji bo xwe hînik bike ket ava newalê û tê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2024 21:53

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Şirnexê li jîngeha Kumçatiyê li devê newala Resorê keça bi navê Yeliz K.(15) ku bi malbata xwe re çûbû seyranê, ji bo xwe hînik bike dikeve avê û piştî demekî di nav avê de noqav dibe.

Malbat, dewam rewşê fêm dike, diçin hawara wê û wê ji avê derdixin. Tîmên lezgîn yên 112an û AFAD diçin ciyê bûyerê. Keçikê dibin nexweşxana dewletê ya Şirnexê lê keçik li nexweşxanê can dide.

Parve bike: