Keleha Ûrartûyan ya Yerezê ya li Ezirganê dîrokê rohnî dike
PeyamaKurd – Dewleta Ûrartû berya zayîna Hz. Îsa bi 750 sal li seranserê Kurdistanê desthilata wê hebû. Ûrartû ji eşîrên Hûrî û Araratî pêk dihat û ji milletên din jî weka Ermenî û Gurcî jî di nav federasyona wê de hebûne.
Ûrartû, bi avakirina kelehan navdar bû. Kelehên wê demê jîngehên bingehîn bûn. Di nav kelehan de temamê avahî û pêdiviyên xelkê dihatin temînkirin.
Di nav kelehan de ciyên rêvebiriyê, xaniyên xelkê, sarincên avê, depoyên zexîreyên wan, ciyên ayînan yên sergirtî û servekirî û hemû derên pêdiviyên wan hebûn. Ûrartû ku navenda wan bajarê Tûjba (Wan) bû, ji wê derê temamê memleket îdare dikirin. Bajarê Ezirgahê û heya bajarê Sêwasê, Zara û Suşehrî di nav sînorê wan de bû. Sînorê wan yê herî li Rojava Çemê (rûbar) Kizilirmakê bû.
Girê Yerezê (Altıntepe) ku dikeve nav sînorê bajarê Ezirganê (Erzincan), bi berhemên xwe yên dîrokî bi taybetî bi keleha xwe navdare. Firehiya gir li dora 200 metreye û kele li serê hatiye avakirin.
Niha xebatên bin axê nîşan didin ku berhemên Ûrartûyan li bajarê Ezirganê li navça Yerezê (Altıntepe) hebûne û keleha wê derket ortê. Heya dewra împaratoriyeta Osmaniyan jî wekî jîngehekî dewam kiriye.
Keleha Yerezê dikeve Rojhilatê Bakûrê deşta Ezirganê. Li ser girekî bi 60 metreyan bilind ava kirine. Navê wê cara yekem di kolandinên qaçax yên salên 1938 û 1956an de ketiye rojevê. Kolandinên arkeolojik cara ewilî di sala 1959an de, bi serpereştiya Prof. Dr. Tahsin Özgüç destpêkiriye.
Xebat heya sala 1967an dewam kiriye, di kelehê de ji dewra Ûrartûyan mayî deriyê keleha hundir, mabeda qesrê ya ayînî, sûr, apadana, depoya avahiyê û ciyê ayînê yê servekirî tê de derketine ortê.
Li qûntara kelehê, gorên ji kevir çêkirî hene ku nîşaneyên gorên ji dewra Ûrartûna îşaret dikin. Di wexta Ûrartûyan de gorên wan weka gorên Kurdên me yên Êzîdîne ku baweriyên wan yên olî û Êzîdiyan gelek dişuhibin hev.
Tê gotin ku kelaha Yerezê li Rojava navevdekî Ûrartûyan ya herî girîng bû ye.