TR KU SO
FB X
Kurdistan

Keremê Seyad 40 salan ked dabû Radyoya Êrîvanê

Admin H
Nivîskar
📅 28 adar 2021 16:35

PeyamaKurd - Nivîskar û rewşenbîrê Navdar ê Kurdên Ermenîstanê Keremê Seyad, doh 27ê Adarê li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê di 83 saliya xwe de koça dawî kir.

Keremê Seyad, 40 salan di beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê de xebitiye û kedeke mezin daye çand û zimanê Kurdî. Dema hikûmeta Ermenîstanê ji ber sedemên aborî dixwest dawî li weşana Radyoya Kurdî bîne, Seyad her roj rêya 12 kîlometreyî dimeşiya da ku weşana Radyoya Kurdî bi dawî nekin.

Seyad, 30ê Kanûna di sala 1938an de li gundê Hekko yê nehiya Talîna Ermenîstanê ji dayîk bûye û perwerdehiya xwe jî li wê derê bi dawî kiriye û piştre di sala 1960an de di Radyoya Dengê Êrîvanê de dest bi kar kiriye.

12 xebatkarên Radyoyaya Kurdî ya navdar a li Erîvanê ji ber şertên giran ên aboriyê dev ji kar berdidin, lê Seyad tevî van şertên xerab li ser weşana Kurdî karên xwe didomîne û bi tesîra kar û xebatên wî weşanên wî digihîjin heta îro.

Seyadê ku 40 salan di Radyoya Erîvanê de wek bêjer û rêvebir li ser çand û edebiyata Kurdî kar kiriye di salên dawîn de ji ber hin nexweşiyên xwe karê xwe radestî keç û kurên xwe kiribû.

Parve bike: