Serok Barzanî: Xebat û têkosîna Keremê Seyad sermesq e ji bo her kurdekî nistimanperwer
PeyamaKurd - Serokê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya rewşenbîr û rojnamevanê kurd ê Ermenistanê Keremê Seyad, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, hevalên wî û rewşenbîrê Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ta rewşenbîr û rojnamevanê niştimanperwer ê kurdê Ermenistanê Keremê Seyad bihîst.”
Serok Barzanî da zanîn, “Keremê Seyad bi salên dûr û dirêj û bê westan karê ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî û birêvebirina radyoya Êrîvanê kir û roleke wî ya bi bandor di belavkirina ferheng û zimanê kurdî li Ermenistanê û welatên Sovyeta berê de hebû. Xebat û têkoşîna Keremê Seyad sermeşq e ji bo her kurdekî niştimanperwer û cihê pêzanîneke mezin e.”
Serok Barzanî serxweşî li malbat û dost û hevalên Keremê Seyad û welatiyên kurd ên Ermenistanê û welatên Sovyeta berê kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêviya sebr û aramiyê ji her aliyekî re dixwazim û giyanê Keremê Seyad şad be.”
Nivîskar û rewşenbîrê Navdar ê Kurdên Ermenîstanê Keremê Seyad ku 40 salên xwe bo xebata Radyoya Êrîvanê terxan kiribû, doh 27ê Adara 2021ê di temenê 83 saliyê de li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê koça dawî kir.