Kerkûk | Partiyên Kurdistanê 6 daxwaz ji Iraqê kirin
PeyamaKurd - Partiyên Kurdistanê yên bajarê Kerkûkê bi daxuyaniyek hevbeş li dijî kiryarên hemberî Kurdan li Kerkûkê û bajarokên wê derketin û gotin, ji rewşa xirab serokomarê Iraqê berpirs e.
Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê îro yekşemê ragihandin, “Rewşa Kerkûkê ber bi qonaxeke baş ve naçe û pêlek ji proseya erebkirin û êrîşkirina ser kurdan dest pê kiriye.”
1- Daxwaz ji hikûmeta Iraqê hat kirin ku rewşa awarte ya li Kerkûkê rake.
2- Rê li ber siyaseta erebkirinê bigire.
3- Pêwîste rêveberiya PDKê û YNKê bicivin û parêzgerekî hilbijêrin û dawî bi desthilata parêzgerê Heşdî Şeibî yê li Kerkûkê bînin.
4- Serokkomar ji vê rewşa xirab a Kerkûkê berpirs e.
5- Divê hikûmet û parlamentoya Kurdistanê helwest li hember vê rewşa xirab a Kerkûkê nîşan bide.
6- Partiyên siyasî yên Kurdistanê piştevaniya cotkarên Kurd dikin.