Kurdistan
Kerkûk | Xaniyek hilwesiya û 3 karkeran can dan
PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê, di encama hiweşandina xaniyekî de, 3 karkeran can dan.
Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, do li taxa Musella ya Kerkûkê, xaniyek hilweşiya. Li ser wî xaniyî, 5 karkeran kar dikir û 3 kes ji wan, di wê rûdanê de can dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha wî efserê polîs destnîşan kiriye, karkerên birîndar birine nexweşxanê û derheqê rûdanê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.