TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kesên ku pabendî rênimayên korona nebin, wê bên ceza kirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 adar 2020 22:15

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ragihand ku kesên li gorî rênimayên bo bergiriya vîrûsa koronayê nebin, wê bên ceza kirin.

Rêber Ehmed di civîneke rojnamevanî de li ser biryara qedexekirina çûnûhatina navbera bajarên Herêma Kurdistanê got, hatinûçûn di dema dîyarkirî de di navbera bajaran tê qedexekirin û ew kesên ji Îranê ne di dema dîyarkirî de vegerin rê bo wan nayê dayîn ku vegerin Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Navxwe diyar kir, baştirîn çareserî ji bo koronayê xwe parastin e û her kes û berpirsê pabendî rênimayên bo vîrûsa koronayê nebe, wê li gorî yasayê bê sizadan.

Ehmed got, ew rê nadin xelk bi komî geşt û seyranan bikin, heke kesek biçe bo geşt û seyranê, ku em daxwaz dikin xelk li mal bimînin, divê yek malbat be û bi tenê biçe û li cihekî be ku xelkên din li derdorê nebin.

Wezîrê Navxwe da xuyakirin, “Heke hevwelatî hevkar bin; em nagihin wê qonaxa rê di navbera parêzgehan de daxin, lê heke heke hevkar nebin em naçar dibin biryarên nû bidin.”

Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî di civînê de daxwaz ji wan kesên ji qerentîneyê derketine û çûne malên xwe kir, çavdêrîya xwe bikin û heke wan her nîşaneyek hebû peywendîyê bi hejmara 122 bikin.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî jî got, ti kirîzên xwarinê nîne û bizav û livîna bazirganî berdewam e.

Sofî da zanîn, 500 kes li Hewlêrê hatine qerentînekirin û her kesek bi qaçaxî vegere rêkarên yasayî li beramberî wî kesî tê kirin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha got, hemû Çayxane û Kafeterya û hemû cihên qelebalix têne daxistin ku tenê xwaringeh dikarin xwarinê seferî bidin hemwelatiyan.

Parve bike: