TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komîsyona NY rapora Sûriyê ragihand: Banga edaletê û çarnevisê girtiyan hat kirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2026 19:35

PeyamaKurd - Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), serdana xwe ya ku hefteyekê li parêzgehên wekî Hums, Quneytîra, Şam, Heleb, Reqa û Hesekê pêk anîbû bi dawî anî û rapora xwe ya vê serdanê ji raya giştî re ragihand.

Komîsyonê di navbera 1-7ê Tîrmehê de li gel rayedarên hikumetê, nûnerên civaka sivîl û qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan hevdîtin pêk anîn. Di raporê de pêngavên amadekirina qanûna edaleta veguhêz û destpêkirina dadgehkirinên qonaxa berê bi erênî hatin nirxandin. Lê belê, şandeya NYyê ji ber berdewamiya girtina bi hezaran kesî bêyî lêvegera dadwerî ya zelal fikarên xwe yên kûr anîn zimên û daxwaz kir ku çarenûsa girtiyan bilez bê eşkere kirin û darizandinên dadwerane bên misogerkirin.

Mafê milkiyetê, gotinên nefretê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê

Di raporê de, bangeke lezgîn hat kirin ji bo çareserkirina nakokiyên milkiyetê, parastina mafên niştecihên resen û rêgirtina li ber gotinên nefretê.

Komîsyonê bal kişand ser rewşa dijwar a koçberên li kampên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî Kampa Roj û daxwaza vegera dilxwazî û ewle ya jin û zarokan kir.

Herwiha hat destnîşankirin ku her çiqas rewşa ewlehiyê ya li Efrînê li gorî berê baştir bûye jî, divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê vegera bi rûmet a nêzî hezar malbatên koçber hêsan bike.

Li ser dosyeya Hesekê jî hat ragihandin ku zêdetirî hezar şervanên dîl hatine berdan, lê divê çarenivîs û cihê nêzî 800 kesên din bê eşkere kirin daku hesabpirsîn pêk bê û aramiyeke mayînde di nav saziyan de çêbibe.

Parve bike: