Artêşa Îsraîlê kuştina hejmarek çekdaran li Sûriyê ragihand
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê îro 28ê Hezîranê ragihand ku hêzên Lîwaya ‘‘Etzion‘‘ a Firqeya 210emîn doh li "herêma ewlehiyê" ya başûrê Sûriyeyê hejmarek çekdar kuştine.
Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "dê opersayonên xwe li herêma ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê bidomîne û çi gefên ku welatiyên Îsraîlê an jî hêzên wê dikin armanc, tune bikin."
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) jî ragihand ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê îro bi 4 wesayîtên leşkerî ji baregeha El Cezîra derket û ket bajarokê Meriya, gundê Abidîn û herêma Girê Mezir.
Yekîneyeke artêşê ku ji 8 otomobîlên leşkerî pêk dihat doh ket gundê bajarokê Cumlê û gelek mal kontrol kirin. Beriya du rojan jî yekîneyeke ji 7 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket gundê Meriye û bendek leşkerî li rojhilatê mizgeftê danî. Piştre çend mal kontrol kirin û rêwî xistin lêpirsînê û ji bajarokê vekişiyan.