TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komîteyek ji bo Pêsmergeyên li derveyî ser can dane tê avakirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2019 19:23

PeyamaKurd - Hikûmeta Kurdistanê komîteyekê ji bo pêşmergeyên li derveyî şer canê xwe ji dest dane pêk tîne ku heta niha wek “şehîd” nehatine pênasekirin.

Seroka komîsyona şehîdan û jenosîdê li Parlementoya Kurdistanê Sûsen Gerdî ji medya Kurdistanê re ragihand, wezaretên Şehîdan û Pêşmerge komîteyek hevbeş pêk anîne ji bo wan pêşmergeyên ku li derveyî şer û di dema bicîhanîna erkên xwe de canê xwe ji dest dane.

Sûsen Gerdî got, ew komîte dê rewşa wan pêşmergeyan li ber çav bigire û bide xuyakirin ka kîjan ji wan “şehîd” were pênasekirin.

Parve bike: