TR KU SO
FB X
Magazîn

Li Japonyayê daneyên 11 milyon kesan hatin dizîn

Admin H
Nivîskar
📅 22 mijdar 2026 17:00

PeyamaKurd - Li Japonyayê di sîstema firotina serhêl a zincîra dikanên muzîkê ya navdar Tower Recordsê de binpêkirina ewlehiya sîber pêk hat û zanyariyên kesane yên nêzîkî 11 milyon kesan hatin dizîn.

Şîrketê ragihand ku ev binpêkirin roja 19ê Mijdara 2026an hatiye tespîtkirin û ketina bêdestûr bo ser malperê çêbûye.

Di nav zanyariyên ku ketine destê hackeran de navnîşên e-postayê, agahiyên endametiya malperê û navnîşên şandina berhaman hene. Şîrketê destnîşan kir ku zanayariyên kartên krediyê yên mişteriyan di ewlehiyê de ne û heta niha ti ziyaneke duyemîn a ji ber bikaranîna van agahiyan nehatiye piştrastkirin.

Rêveberiya Tower Recordsê ji mişteriyên xwe daxwaz kir ku hay ji e-postayên gumanbar hebin û agahiyên xwe yên darayî nexin malperên nenas.

Parve bike: