Kurdistan
Konsulê Giştî yê Rûsyayê xatir Serokwezîr Barzanî xwest
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rûbîn kir ku erka wî bidawî bûye.
Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî Rûbîn spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgirî û hevahengiya di dema erka xwe de, serkeftinên Kabîneya Nehem bilind nirxand û yekxistina hêzên Pêşmerge li Serokwezîr pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya hewldanên Konsulê Giştî kir ji bo xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir û her wiha di xebatên wî yên bê de serkeftin jê re xwest.