Kurd: Rojava li ser sê benda goftûgo hat kirin
PeyamaKurd - Cigirê Partîya Demokrat ya Pêşverû Hamid Haci, kurdên li Kurdistana Sûrîyê hemû xweserîyê dixwazin, Herema Cizîrê ya Rojava hemû mezheb û ol ji di heman fikrî de ne.
Derviş, ‘ Em wek hemû gelên li Sûrîyê gerek em bi hevre rûnin û li ser xweserîye em biaxivin. Bi taybetî em Kurd xweserîyê dixwazin û em dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin.
Kurd, Ereb, Sûryanî, Ermenî û Çeçen revebirên teva me bang li teva kirîye ku li herema Cizîrê em bi civin bi hemû ol û mezheba, Derviş, ‘Ez bi serbilindî dikarim bibêjim ku hemû alî di civînê de amade bûn’ .
‘ Me li ser hîn qala goftûgo kir.
Yayekem; ‘Li Sûrîyê çareserî bi aşitîye yan bi şer’
Yadûyem; Li Sûrîyê çareserîyek dive bê ditîn, bi vî awayî gerek berdewam nekê.
Yasêyem; Gelên Cizîrê gerek ew bi xwe aşitîya xwe ava bikin. Li ser wan hersê qala li hev kirine.
Derviş her wiha got, Rûsya heya pirsgireka kurd çareser nebe pirsgireka Sûrîyê çareser nabe, ‘ em jî piştgirîya Rûsyayê dikin û di heman fikrî de ne’ .
Li ser banga Haci Derveş li Herema Cizirê ya Rojavayê Kurdistanê hemû ol û mezheb Hatibûn cem hev.