Kurdistan
Kurdistan | ‘Navenda çareseriyê Serok Barzanî ye’
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Dengê Amerîka re li ser danûstandinên dîplomatîk û serdanên derve bo Herêma Kurdistanê ragihandiye ku Serok Mesûd Barzanî wekî navenda çareseriyê tê dîtin.
Dizeyî got, “Di navbera aktorên siyasî yên herêmê de, lîstikeke bihêz a siyasî tê lîstin” û diyar kir, “Hewlêr navenda çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê ye. Serok Barzanî jî ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan roleke bi bandor girtiye ser xwe.”
Dizeyî herwiha bal kişand ser girîngiya Iraqê di qada navdewletî de û destnîşan kir, Herêma Kurdistanê ji bo seqamgeriya Iraqê roleke girîng dilîze û ji ber vê yekê jî girîngî pê tê dayîn.