TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | PDK dê hikûmetê ava bike û li benda YNKê namîne…

Admin S
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2019 18:43

PeyamaKurd - Rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigihînin ku ew êdî nikarin zêdetir li benda YNKê bimînin û dê hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bikin.

Hatibû ragihandin ku dê hevdîtinên ji bo kabîneya nû piştî betlaneya sersalê destpê bikin.

PDK di gera çaremîn ya danûstandinên bi YNK û Tevgera Goranê re de, hêvî dike ku di zûtirin demê de hikûmeta nû ava bike, lê bi taybet YNK ku postên zêde dixwaze avakirina hikûmeta Kurdistanê dereng dixe.

Ji ber vê jî berpirsên PDKê dibêjin, ew nikarin li benda YNKê bimînin û ew dê bi Goranê re danûstandinên xwe zêde bikin û lezê bidin avakirina hikûmeta Kurdistanê.

YNK dixwaze hem postên Bexdayê, hem jî rewşa Kerkûkê û hikûmeta Kurdistanê bi hev re werin gotûbêjkirin ku PDK vê qebûl nake.

PDK dibêje, ew êdî li benda YNK û ti partiyeke din namînin û ew dê hikûmeta nû pêk bînin.

Parve bike: