Korbenda Kurdistan û Ozbekistanê li Taşkentê dest pê kir
PeyamaKurd - Bi mebesta pêşxistina pêwendiyên bazirganî û îmzekirina girêbestên stratejîk, Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistan û Ozbekistanê îro 18ê Tîrmehê li paytexta Ozbekistanê, bajarê Taşkantê bi beşdariya bi sedan bazirgan û xwedankarên her du aliyan dest pê kir.
Hate diyarkirin ku ev hevdîtina berfireh wekî pêngaveke girîng ji bo avakirina "pireke aborî" di navbera Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn de tê pênasekirin.
Heriwiha hat gotin ku Taşkent dixwaze Herêma Kurdistanê wekî dergehekî serekî ji bo gihîştina bazarên herêmî bikar bîne û Hewlêr jî armanc dike ku bibe navendeke girîng a girêdana vê bazirganiyê.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Newzad Gafûr derbarê hejmara beşdaran de daxuyanî da û got ku nêzî 150 bazirgan û sermayedarên ji Kurdistanê li gel 161 xwedankarên Ozbekistanî di vê civînê de amade ne.
Newzad Gafûr bal kişand ser warên hevkariyê û diyar kir ku derfetên mezin di sektorên wekî pîşesaziya kîmyewî, çandinî, zêr, kanza û hilberînê de hene û di çarçoveya vê lûteyê de gelek girêbestên mezin û stratejîk dê werin îmzekirin.