TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | ‘Roja Artêsa Iraqê’ pîroz nake û pê sanaz nabe!

Admin S
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2019 01:07

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Artêşa Iraqê 6ê Çileyê nekir bêhnvedana fermî û wê rojê pîroz nake. Xelkê Kurdistanê jî pêşwaziyê li wê biryarê dike û dibêjin ti pêwendî û elaqa Herêma Kurdistanê bi artêşa Iraqê ve tune ye ku ew roj li Kurdistanê bê pîrozkirin.

Roja 6.1.1921ê yekem yekîne ji artêşa Iraqê di bin deselata Brîtanya de hat damezrandin. Lewma jî hersal di 6ê meha yekê de li Iraqê Roja Artêşa Iraqê tê pîrozkirin û ew roj wek bêhnvedanekê ye. Lê Herêma Kurdistanê biryar daye ku vê rojê pîroz neke û li dibistanan û dezgehên hikûmetê neke bêhnvedan.

Bi dirêjahiya dîrokê gelên Iraqê û nexasim jî gelê Kurdistanê gelek êş û karesat li ser destê artêşa Iraqê dîtine û dema behsa artêşa Iraqê tê kirin êşa 100 salên borî tê ber çavê wan.

Parlamenterê berê yê PDKê li Iraqê Mûyed Teyîb ji KDP.info re derbarê mijara Roja Artêşa Iraqê de got: “Ti elaqe û pêwendiya Herêma Kurdistanê bi Kurdan û bi Herêma Kurdistanê tune ye. Dema ew artêş hat damezrandin, armanc jê tenê ew bû ku şerê miletên Iraqê bike. Armanc ne ew bû ku xelkê xwe û sînorên Iraqê biparêze. Ne artêşeke niştimanî bû. Ne artêşa hemû pêkhateyan bû.”

Teyîb destnîşan kir ku ew destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku Roja Artêşa Iraqê nekir bêhnvedan, ji ber ku artêşa Iraqê her wek darekî bû di destên rêjîmên Iraqê de ji bo ku li serê Kurdan bidin.

Mûyed Teyîb herwiha got, “Em qet şanaziyê bi wê rojê nakin ku em rabin pîroz bikin û şahiya lidar bixin. Ereban jî ti serweriyek ji destê artêşa Iraqê nedîtine û ew jî şanaziyê bi vê artêşê nakin. Heq e ku li hemû Iraqê ew roj neyê pîrozkirin.”

Parve bike: