Kurdistanî li dijî Muftiyê Bexdayê derketin
PeyamaKurd- Muftiyê Bexdayê Mehdî El Sumeyde ragihandibû ku pîrozkirina Noelê an ku pîrozkirina bûyîna Hz.Îsa ji dayîkê herame. Li ser vê fetwayê Kurdistanî jî bertek nîşan dan û wezareta karên diyanetê ya Kurdistanê li hember Sumeyde derket. Gotinên Sûmeyde tam bobelatin ku got kesê Noelê pîroz bike “kafir”e û pîrozkirina tiştên weha “heram” e.
Wezareta Diyaneta Kurdistanê di beyana xwe de weha ragihand: “Em bi tundî li dijî beyanên wî kesî dertên. Fikrên weha bi temamî şaşin û dirûvê fikrên İŞİD ê lê dixe. El Sumeyde bi sifetê muftiyê Iraqê van gotin gotiye û li dijî roja bûyîna Hz.Îsa derketiye û pîrozbahiyên wê heram kiriye. Van gotinan li gor aqil û xweşbîniya olî rast nînin. Em daxwaz dikin ku hukumet tedbîrên qanûnî bistînin da fetwayên weha neyên dayîn da zerarê nedin mizana civakê.”