TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kusret Resûl: Em ji rêkêftinê hêvîdar in

📅 06 adar 2019 17:15

PeyamaKurd - Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ragihand, rêkeftina di navbera Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê de ji bo berjewendiya xelkê ye û hêvîya me bi wê rêkeftinê heye.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl li Silêmaniyê  ji rojnamevanan re axivî û da zanîn ku YNK pabendî tevahiya xalên rêkeftinê dibe. Resûl werweha amade kir ku, piştî pêkanîna komîteyan, dest bi cibicîkirina xalên rêkeftinê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku roja duşemê (04.03.2019) PDK û YNKê li Hewlêrê rêkeftineke sîyasî di navbera xwe de îmze kirin. Li gor rêkeftinê jî, pirsên di navbera wan de tên çareserkirin.

Parve bike: