TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lavrov hat Kurdistanê û bi rêvebirên Kurdistanê re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2019 01:54

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê sergey Lavrov bi sedema hevdîtinên bi rêvebiriya Kurdistanê re hat payîtext Hewlêrê. Lavrov li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat pêşwazîkirin.

Lavrov û heyeta pêre bi serokwezîr Mesrûr Barzanî û rêvebirên hukumeta Kurdistanê re hatin cem hev. Di hevdîtinê de têkiliyên leşkerî, aborî û pêşdeçûnên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Heyeta Rûsya paşî bi serok Mesûd Barzanî re civînekî pêkanî. Piştî civîna bi Mesûd Barzanî re heyet bi serokê herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Hûrahiyên civînan dê di demen pêşiya me de bên ragihandin.

Parve bike: