Le Drian: Pêwendiyên Fransayê ligel Kurdistanê dîrokî û girîng in
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian rê, hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtina îro 15ê Çileyê pêk hat de, Balyozê Fransa li Iraqê û Konsûlê Giştî yê Fransa li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkarên Fransî jî amadehî kirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî, guhertinên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin axaftin û li ser girîngiya pêwendiyê dostone û dîrokî yên Fransa û Kurdistanê hat rawestîn.
Mesrûr Barzanî bi sedema piştgirî û hevkariya berdewamî ji bo Herêma Kurdistanê, spasî li gel û hikûmeta Fransa û hewlên Serokomar Emmanuel Macron li ser pêwendiyên Bexda-Hewlêrê xwest, “Bi berçavgirtina destûra Iraqê hewl bo nehîştina pirsgirêkan werin dayîn.”
Di hevdîtinê de derbarê eger û mercên rewşa Sûriyê jî tekezî li girîngiya aramkirina aloziyan û çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên wî welatî hate kirin, ku mafên hemû pêkhateyan lixwe bigire.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, ji bo posta serokwezîrtiya hikûmeta Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwest û destnîşan kir, pêwendiyên di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de dîrokî û girîng in.
Le Drian xweşhaliya xwe ji bo qonaxa nû ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û da xuyakirin, welatê wî di piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de dê berdewam be.