TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lê Şêxanê du teref pev çûn, 3 kes mirin û yek jî birîndar bû

Admin M
Nivîskar
📅 01 gulan 2026 23:13

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê li navça Şêxanê li nahiya Baedrê li gundê Esyanê di navbera du terefan de şer derket û di encamê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû. Di nav kuştiyan de muxtarê gund jî heye.

Mudirê nahiya Baedrê Rezan Mirza Beg piştî şer ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Di encama pevçûna li gundê Esyanê 3 kes mirin û kesekî birîndar bû.”

Ji kesên kuştî yek ji wan ew kese ku her dû kesên din kuştiye. Di esasê pevçûnê de dijminahiya malbatî heye. Êrîşkerê bi navê E.A. ku ji Almanya vegeriyabû, berê ji terefê dinê re gotiye ku dema dagere, dê wan bikuje û tehdîd kiriye.

Rûdawê ragihand ku ji kesên kuştî yek jê keyayê gund yê Esyanê Selam Bedel û meta êrîşker Humre Haci ye.

Hêzên asayîşê li ser rûdanê xebatê dikin da zelal bikin.

Parve bike: