TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 15 gundên Bedlîsê qedexe hat îlankirin

📅 24 tîrmeh 2019 14:43

PeyamaKurd - Li 15 gund û mezrayên ser bi Bedlîsa Bakûrê Kurdistanê ve qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li 15 gund û mezrayên ser bi wî bajarî ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, li gund û mezrayên Îçgeçit, Çaliduzu, Yavuzlar, Yukariolek, Aşagiolek, Ilicak, Ogulcak, Uçevler, Kalupat, Aşagibalcilar, Yukaribalcilar, Başmakli, Karakuş, Dutkoy, Bayramalan ên bi ser navenda bajêr ve ji saet 20.00an 23.00an Tîrmehê heta fermaneke din qedexe hatiye ragihandin.

Herwiha di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku ji ber operasyonên ku li wan herêman tên encamdan ew biryar hatiye wergirtin.

Parve bike: