TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 4 bajaran operasyonên siyasî: 13 kes hatin zîndanîkirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 mijdar 2021 02:50

PeyamaKurd – Di bin serpereştiya serdozgeriya Diyarbekir de li 4 bajaran operasyon hat kirin û di encamê de ji 19 kesên binçavkirî 13 kes hatin zîndanîkirin. Di nav zîndaniyan de HDP yî jî hene.

Operasyon li Diyarbakır, Îzmîr, Antalya û Mêrdînê hat kirin û di heman wextê de avêtin ser 19 navnîşanan. Îro êvarê sitendina îfadeyan temam bû û gumanbaran derxistin dadgeha nobedar.

Ji 19 kesan 13 kes hatin zîndanîkirin û 6 kes serbest hatin berdan.

Parve bike: