Kurdistan
Li Agiriyê li ser arazî pev çûn lê 2 çawîsên pispor birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Patnosê bi sedema pirsgirêka li ser arazî pevçûn derket û bi çekan lihev xistin. Dema cendirme mudaxeleyê mijarê kirin, 2 çawîşên pispor jî di navbera wan dê birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanê da wan derman bikin.
Her dû malbatên ku li hev xistine birane û pevçûn ber destê êvarê li jîngeha Dedeli li mezra Uzumluyê çêbûye. Di encama bikaranîna çekan de çawîşê pispor M.S.S. (33) û M.C.K. (30) ji girmilên xwe de birîndar bûne. Her dû çawîşan ji bo dermankirinê birine nexweşxana Patnosê ya dewletê. Rewşa her dû birîndaran baş e.