Li Amedê alozî derket: Parlamentereke HDPê birîndar bû
PeyamaKurd - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, di roja duyem a wezîfedarkirina qeyûman de, alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de derket. Di aloziyê de, parlamentera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran birîndar bû.
Li Amedê alîgirên Partiya Demorkatîk a Gelan û hejmarek ji xelkê bajêr, ji bo protestokirina biryara dûrxistina 3 şaredarên Bakurê Kurdistanê, meşeke protestoyî li dar xistin. Di nava meşê de, 3 parlamenterên HDPê û hejmarek ji endam û rêveberên wê partiyê de beşdar bûn.
Meşa nerazîbûnê ya alîgirên HDPê û hejmarek ji xelkê Amedê rastî mudaxeleya polîsan ve hat û di navbera herdu aliyan de alozî derket.
Li bajêr gelek hêzên polîs û hêzên din ên ewlekariyê bi wesayitên xwe yên taybet û TOMAyan hatine belavkirin. Hêzên polîs ên Tirkiyê bi batoman li xwepêşanderên meşê dan û herwiha bi bikaranîna ava şid hewl dan, xelkê ji hev belav bikin.
?Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi önünde yapılması planlanan açıklamaya müdahale anı. https://t.co/Ugo3PTJB0u pic.twitter.com/bLsd7PsXCU
— #ÖZGÜRÜZ (@Ozguruz_org) August 20, 2019
Li gor zanyariyan, parlamentera HDPê Ayşe Başaran di aloziyên îro de birîndar bûye. Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hewl didin, ku xwepêşanderan belav bikin.