TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê di mehekî de bi sedema xeracê dixwazin 30 kargeh ketin ber êrîşên çeteyan

Admin M
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 22:35

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) di çend mehên dawiyê de hinek rûdanên nexweş dibin. Piraniya wan rûdanan li ser kargehan yên weka zêringer, kafe, xwaringeh û çayxanan dibin û wan gulebaran dikin.

Di meha dawiyê de, heya niha 30 kargeh ketine ber êrîşan û grûbên çete û mafya ji esnafan xeracê dixwazin, wan tehdîd dikin. Esnaf, dema xeracê nadin, di rêya kujerên bi pere de, wan bêdeng dikin, çete êrîşkeran kirê dikin û pere didin wan.

Li gor ragihandina Rûdawê; agahiyên bi dest xistiye, li Amedê çalak 5 rêxistinên sûcan yê bi rêxistin hene. Grûbên han ji mirovên halxweş yên esaf pere dixwazin. Xwediyê kafeyê yek jê Ciwanroj Ceyhan e ku kafa wî gulebaran kirine.

Ceyhan ji Rûdawê re ragihandiye ku jê 1 milyon dolar pere xwestine û ji ber dayîna pera qebûl nekiriye, kafa wî gulebaran kirine. Ceyhan gotiye:

“Em ne yê ewilîne û ne yê dawiyê ne. Piştî kafa me gelek cîh hatin gulebaran kirin, mirovan gulebaran kirin. Mirov birîndar bûn. Esnaf newêre dukkana xwe veke. Em dibihîzin ku gelek kes dest ji karê xwe berdaye, hetta dest ji welatê xwe berdaye.”

Serokê Oda Esnaf û Sanatkaran (DESOB) Alican Ebedinoğlu gotiye ku êrîş sîstematîkin û mijarê biriye ber parêzgehê û rêvebiriya asayîşa Diyarbekirê. Ebedinoğlu gotiye ku rûdan ne şexsîne lê yên çeteyane û organîzekirîne. Ebedinoğlu, bangî esanafan kiriye û gotiye:

“Ev bi temamî îşê rêxistinên sûc in. Em bi parêzgehê û beşa pêwendîdar ya asayîşê re di nav têkiliyan de ne. Eger tehdîdekî bibe, zorê bidin esnafan an esnafên ku bi xeracê re rû bi rûbimînin, pêwiste li asayîşê daxwuyaniya sûc bikin.

Eger bêdeng bimînin û xef bihêlin, wê ev rêxistin mezintir bibin. Li bajarekî weka Diyarbekirê de kes qebûl nake ku xebatên weha mafyawarî û çetewarî bikin.”

Parve bike: