TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê li navça Rezan du teref li hev xistin û 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2026 18:43

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Rezan di navbera du terefan de pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Rûdan, li navça Rezan li taxa 5 Nîsanê li kolana Teğmenê qewimî. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê her dû teref bi kulm û pihînan li hev xistin.

Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe lê lêpirsîna polîs ya li ser rûdane dewam dike.

Parve bike: