TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê pirtûkeke olî ya 1400 salî hat bidestxistin

📅 24 gulan 2019 15:24

PeyamaKurd - Li Amedê di encama operasyoneke hêzên ewlekariyê de pirtûkeke olî ya 140 salî hat bidestxistin. Walîtiya Amedê derbarê operasyonê de da zanîn ku di encama operasyonê de derbarê 6 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, piştî xebatên lêpirsînî îstîxbarî 3 kesên ku li naveda bajêr dimînin pirtûkeke olî ya ku tê texmînkirin ku 1400 salî ye, li ser kaxeza papîrusî ye û li serê motîfên olî hene hat bidestxistin.

3 kesên navborî dema xwestin pirtûkê ji dest derxin hatin desteserkirin. Bi 3 kesan re pirtûkeke olî ya ku tê texmînkirin ku 1400 salî ye, li ser kaxeza papîrusî ye û li serê motîfên olî hene û 36 rûpel e hat bidestxistin. Rayedarên dewletê pirtûk muhafaza kirin û derbarê 6 kesan de jî lêpirsîn dan destpêkirin

Parve bike: