TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê protestoyên li dijî biryara qeyûmî di roja hestemîn de berdewam dikin

📅 26 tebax 2019 16:47

PeyamaKurd - Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê, rêveber û parlamenterên HDPê di roja 8an de jî çalakiyên li dijî destdanîna ser şaredariyan derketin derve.

Girseya ku rêveber û parlamenterên HDP jî di nav de ne, îro jî li ser kolana Lîseyê çalakiya xwe ya protestoyî didomîne

Li gorî zanyariyan hîn jî aloziya li Amedê berdewam e ku girseya xwepêşander li Kolana Lîseyê kom bûn û tê çaverêkirin ku saet 14.00an bi daxuyaniyekê biryara wezîfedarkirina qeyûman protesto bike.

Hevşaredarê Amedê yê bi biryara wezîrê navxweyî li şuna wî qeyûm hat wezîfedarkirin Adnan Selçuk Mizrakli li qadê bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Girse bi stran û dirûşmeyan çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne. Polîsan jî derdora girseyê dorpêç kiriye.

Parve bike: