TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Maraşê di qezayê de 2 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2026 10:10

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Göksunê serê siba îro, otomobîla ji kontrola ajotvan derket, ji ser pira li ser Çemê Göksunê kete jêrê.

Ajotv anê bi navê Y.F. (45) dema ereba xwe dajot nehat zanîn bi çi sedemê erebe ji destê wî derket û ji ser pirê de ket xwarê.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û AFADê çûn ciyê qezayê û dîtin ku di qezayê de şofêr Y.F. û xalê wî C.Ç. (56) jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku C.Ç. li bajarê Kayseriyê li navça Pınarbaşıyê polîs e.

Piştî tesbîta li ciyê qezayê, cenazen her 2 kesan birin morga nexweşxana dewletê ya navça Göksun ê.

Parve bike: