Kurdistan
Li bajarê Qersê û navçên wê gelek rê ji ber lehiyê hatin girtin
PeyamaKurd – Bi sedema helandina berfê li bajarê Qersê, rêya navbera navça Selîmê û Alisofuyê ji ber lehiyê hat girtin. Her weha rêya Selîmê û Îstasyonê jî hatibû girtin lê niha qismen rê hat vekirin.
Tîmên vekirina rê niha dixebitin da rêya navbera navça Selîm û navça Qaxizmanê ku ji ber lehiyê hatibû girtin, vekin.