TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li başûrê Hesekê parçeyên moşeka Îranî ketin xwarê

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2026 19:05

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 30yê Adarê paşmayên moşekeke Îranî li gundê El-Mediş ê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ketin xwar.

Di encama vê bûyerê de ziyanên canî çênebûn û tenê zirarên madî hatin tomarkirin. Ji dema destpêkirina şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ku 28ê meha borî dest pê kiribû, bi dehan dron û moşekên Îranî li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ketine xwar ku heta niha bûne sedema gelek ziyanên canî û madî di nav xelkê sivîl de.

Ji aliyekî din ve, êrîşên li ser bingehên leşkerî yên li herêmê jî berdewam dikin. Şeva 29ê Adarê, bi 4 dronan êrîşî bingeha Qesrikê hate kirin û artêşa Sûriyeyê ragihand ku ev dron ji xaka Iraqê ve hatine avêtin. 22ê Adarê jî bingeha Xirab El-Cîr a li nêzîkî Rimêlanê ji aliyê milîsên Iraqê ve hatibû armanckirin. Rayedarên Iraqê ragihandine ku wan 4 kes bi tohmeta encamdana van êrîşan girtine.

Parve bike: