TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bedlîs û navçeyên wê 5 kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2020 21:52

PeyamaKurd - Li navenda bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê di encama serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin. 

Hat ragihandin ku îro danê sibehê li Bedlîsê û navçeyên wê polîsan bi ser gelek malan de girtine û 5 kes binçav kirine.

Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin Şerîf Çoban, Barî Karakuzu, Sanî Gunerî, Bêrîvan Saz û Havzullah Erkoç in ku ew birina navenda asayîşê lê sedema binçavkirina wan hîn nehatiye zanîn.

Parve bike: