Kurdistan
Li Bedlîsê rûdaneke trafîqê çêbû: Kesekî can da, 7 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Bedlîsê di encama rûdaneke trafîqê de, kesekî can da û 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Tetwan û Bedlîsê, 2 TIR û 4 qamyonet li hev qelibîn û qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê de kesekî can da û 7 kes jî birîndar bûn. Zanyarî didin zanîn, qeza ji ber mija zêde û qeşemgirtinê pêk hatiye.
Bi sedema qezayê, rêya Bedlîs û Tetwanê bo demekê ji trafîqê re hat girtin.